• DOLAR 32.507
  • EURO 34.901
  • ALTIN 2452.139
  • ...
Kesên ku golika bi çavekî dîtin ecêbmayî man
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Gundê Boxaziya Mezin a Qosera Mêrdînê  çêleka kesê bi navê Abdullah Erden bi sezeryanê golikek anî dinyayê.  Kesên ku golikê dîtin ecêbmayî man. Lewra golik tenê çavekî wî hebû û bi rih bû.

Xwediyê çêlekê Erden di derbarê mijarê de diyar kr  ji ber ku wext ji ser zayînê derbas bûbû wî xeber daye baytar  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Me gazî baytar kir, baytar hat û golik bi sezeryanê çêbû. Em li benda golekekî bûn;lê li hember dîmena ku me dî em ecêbmayî man.  Lewra tenê çavekî golkê hebû û bi rih bû.  Pozê wî tunebû û çavê wî mezin bû. Em cara ewil li rast tiştekî wisa tên  Teqdîra Xweda ye, me karin çi bibêjin? Xweda vê yekê nîşanî me da da ku em jê ibretê bigrin."

 "Xweda vê yekê ji bo însan jê ibretê bigrin û tobe bikin şandiye"

Dapîra  Reddeya ku însanê herî pîr ya gund  di debrarê mijarê de diyar kir temena wê vaye bû 110 lê wê heta niha tiştek wisa nediye. Dapîr dû re wisa li axavtina xwe zêde kir:  "Xweda li gor amela evdên xwe li wan muamele dike. Din nav însanan de dîn, îman, ewlehî û wijdan nemaye. Vaye emrê min bû 110.  Min ew qas heywan xwedî kir û heywan ewqas bercewiyan dianîn, lê tu carî min tiştekî wisa nediye. Xweda vê yekê ji bo însan jê ibretê bigrin û tobe bikin şandiye. Lê mixabin tu kes tobe nake. Li vî zemanî tobe nemaye. Divê em tobe bikin."

"Dibe ku ev bûyer ji ber cûreyeke giyaya ku heywan dixwin pêk hatibe"

Baytar Musa Koçhan di derbarê mijarê de diyar kir dibe ku ev bûyer ji ber cûreyeke giyaya ku heywan dixwin pêk hatibe û dû re wiha pê de çû: " Golik bi sezeryanê hat dinyayê. Dema ku me golikê nihêrt me dît ku  çavekî wî heye, bi rih e û pora wî heye. Her wiha dengên gelek ecêb derdixist. Ne dişibha wan golikên din. Nîvê serê wî dişba serê însanan. Dema ji kêlekê lê dihat nihêrtin dikşba kuçikan. dibe ku ev bûyer ji ber cûreyeke giyaya ku heywan dixwin pêk hatibe."(ÎLKHA)

































Bu haberler de ilginizi çekebilir