Qamyonet li otobusa ku telebeyên kursa Qur`anê vediguhast qelibî: 2 mirî 16 birîndar
Ji ber ku qamyonet li otobusa ku telebeyên kursa Qur`anê vediguhast qelibî qeza pêk hat, di encama qezayê de2 telebe jiyana xwe ji dest dan û 16 birîndar telebe jî birîndar bûn.
Telebeyên kursa Qur`anê yên ku ji teref Serokatiya Karên Diyanetê ve ji bo seyranê hatibûn şandin Bûrsayê ji ber aciziya xelîna dil li gîşeyên Karsaka Rêbeja Gebze-Orhangazî-Îzmîrê ji otobusê piya bûn û xwestin bêhna xwe berdin. Lê belê qamyoneta ku ji pey wan de jat da nav telebeyan.
Qamyoneta ku li telebeyan qelibî poştî qelibînê gindirî şarampolê. Ji ber qezaya ku pêk hat ji 91 telebeyan 2 telebeyên bi navê Edanur Yildiz(13) û Semanûr Tekînhatun(13) jiyana xwe ji dest dan û 12 telebe jî bi şikleke sivik birîndar bûn.
Telebeyên birîndar bi ambûlansên ku hatin cihê qezayê hatin rakirin nexweşxanê. Hat hînbûn ajokarên her du wesayîtan jî hatine binçavkirin.(ÎLKHA)