Erdogan: "Demîrtaş terorîstekî ku 53 birayên min ên Kurd daye kuştin e"
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li Hamburga Almanyayê piştî Lûtkeya Lîderan a G 20an pirsên rojnamegeran bersivand. Erdoganpirsa ku di derheqê Selahattîn Demîrtaş de jê hat kirin wisa bersivand: " Ew kesê ku hûn dibêjin 53 birayên min ên Kurd daye kuştin."
“Ev kesê ku hûn dibêjin terorîst e û terorîstekî wisa ye ku temamê Kurdan derxiste sikak û kolanan û 53 birayên min ên Kurd bi birayên min ên Kurd da kuştin”
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li Hamburga Almanyayê piştî Lûtkeya Lîderan a G 20an civîna çapemeniyê li dar xist û pirsên rojnamegeran bersivand. Rojnamegeran ji Erdogan di derheqê Selahattîn Demîrtaşê ku di girtîgehê de ye de pirsek kirin. Erdogan pirsa ku jê hat kirin wisa bersivand: “Rayeya me ya serbestberdana terorîstên di girtîgehê de tuneye, ev yek. Tirkiye dewleteke hiqûqê ye. Ev kesê ku hûn dibêjin terorîst e û terorîstekî wisa ye ku temamê Kurdan derxiste sikak û kolanan û 53 birayên min ên Kurd bi birayên min ên Kurd da kuştin. Ev ji sûcdarkirinên di derheqê wî tenê bes yeke tenê ye û hêj gelek sûcdarkirin di derheqê wî de hene. Û ew kes kesekî wisa ye ku dibêje ‘Li pey me PKK, PYD û YPG heye’ û bi vê yekê meydanê dixwîne. Jixwe niha li darazê ye, daraz di derheqê wan de çi qerarê bide li ser ser û çavên me cihê wê qerarê heye.”(ÎLKHA)