Li Bidlîsê teqîn: 2 leşker jiyana xwe ji dest dan
Li Hîzana Bidlîsê ji ber ku mayina ku berî niha ji teref PKKê ve di rê de hatibû bicîkirin înfîlak kir 2 leşker jiyana xwe ji dest dan û kesekî siwîl jî birînda bû.
Hat ragihandin li Hîzana Bidlîsê ji ber ku mayina ku berî niha ji teref PKKê ve di rê de hatibû bicîkirin înfîlak kir 2 leşker jiyana xwe ji dest dan û kesekî siwîl jî birînda bû.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin bûyer di derdora nîvê şevê de li ser Rêbeja Tatwan-Hîzanê li mewqiya Nehra Hazroyê qewimî.
Piştî ku bi bûyerê hat bihîstin gelek ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin.(ÎLKHA)