Qamyona ku 'rêwiyan vediguhast' qulibî: 78 mirî û 60 birîndar
Li Komareya Afrîkaya Navîn ji ber ku qamyona ku rêwiyan vediguhast qulibî78 kes jiyana xwe ji dest dan û 60 kes jî birîndar bûn.
Li Komareya Afrîkaya Navîn li herema Ippyê her çi qas bi qamyonan veguhastina rêwiyan qedexe be jî dîsa ev bi qamyonan rêwî tên veguhastin. Hat ragihandin li Bajêra Bambariya Komareya Afrîkaya Navîn li herema Ippyê qamyona ku rêwiyan vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 78 kes jiyana xwe ji dest dan û 60 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin qeza ji ber ku ajokar hakimiyeta dîreksiyonê winda kiriye pêk hatiye. Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)