Wesayîta ku tê îddîakirin ew ê pê êrîş li meşa CHPê hatibana kirin hat girtin
6 kesên ku tê diyarkirin ew ê êrîşî meşa CHPê ya ku du Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dabû destpêkirin kiribana hatin girtin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin ji ber îstîxbarata ku hat girtin qismeke Rêbeja D-100î ji trafîkê re hat girtin. Wesayîteke ku tê diyarkirin ji Qayseriyê hatiye şandin li Mewqiya Kartepeya Kocaeliyê ji teref polêsan ve hat sekinandin. Hat hînbûn di dema ku wesayît hat sekinandin de meşa CHPê li Kendav-Dîlovaya Kocaeliyê berdewam dikir.
Hat ragihandin ajokarê wesayîtê hatiye binçavkirin û 5 kesên ku li Qayseriyê bi ajokarê wesayîtê re di têkiliyê de jî hatine binçavkirin.(ÎLKHA)