Diya Yavuzê Berdevkê HUDA PARê rehmet kir
Diya Mehmet Yavuzê Berdevk û Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARêwefat kir.
Hat ragihandin diya Yavuz a ku ev 3 meh bû bi êşa pençeşerê ya gurçikê re micadele dikir li Kahtaya Semsûrê ji ber nexweşiya xwe dihat tedawîkirin. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Şadiye Yavuz(63) a ku li nexweşxanê dihat tedawîkirin doh di derdora seat pêncên danê êvarî de jiyana xwe ji dest da.
Hat diyarkirin ew ê nimêja cinazê ya merhûme piştî nimêja nîvro li Mizgefta Celalettîn bê edakirin û dê li Gorsitana Taxa Nû were definkirin.
Em jî wek Ajansa Nûçeyan a Îlkê ji Xweda ji bo merhûmê rehmet û ji bo malbat û hezkiriyên wan jî sebrê daxwaz dikin.(ÎLKHA)