Civîna 5emîn a Astanayê dest pê kir
5emîn tûra ya hevdîtinên Civîna Astanayê yên ku di navbera heyetên dewletên beşdervan de tê kirin dest pê kir.
5emîn tûra hevdîtinên ku bi mijara Sûriye tên lidarxistin digel hevdîtinên teknîkî yên dualî û sêalî yên di navbera heyetên ji Tirkiye, Rûsya, Îran, Neteweyên Yekbûyî (NY), rejima Esed û muxalefetê de dest pê kirin.
Hevdîtina ewil di navbera heyetên teknîkî yên Tirkiye, Rûsya û Îranê da dest pê kir.
Piştra heyeta rejimê ku di bin serokatiya Nûnerê rejima Esed ê NYyê Beşşar Caferî da ye, ligel heyetên Rûsya û Îranê hevdîtin pêk anîn.(ÎLKHA)