Wezareta Karên Derve êrîşên li Venezuelayê şermezar kir
Wezareta Karên Derve wan êrîşên ku li Venezuelayê li avahiyên Wezareta Aştî û Edaletê, Karên Hundir û avahiya Mehkemeya Makeqanûnê hatin kirin şermezar kir.
Weke ku tê zanîn li Karakasa paytexta Venezuelayê çend kes bi helîkopterê êrîşa bombeyî birin li ser avahiyên Wezareta Aştî û Edaletê, Karên Hundir û avahiya Mehkemeya Makeqanûnê. Di êrîşa bombeyî ya ku hat kirin de tiştek bi tu kesî nehat.
Wezareta Karên Derve yê Tirkiyê bi daxuyaniya ku belav kir êrîşa ku hatiye kirin bi şikleke tund hat şermezarkirin û dû re wiha hat gotin: “ Em êrîşa ku hatiye kirin bi şikleke tund şermezar dikin. Tiştê ku me kêfxweş dike bi tu kesî tiştek nehatine. Em temennî dikin ew qeyrana siyasî ya li Venezualeyê demildest bê çareserkirin.”
Serokê Dewletê Nîcalos Maduro di daxuyaniya ku di derbarê mijarê de belav kir de êrîşa ku hatiye kirin wek êrîşa terorê wesfand.(ÎLKHA)