• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Şehîdiya Sûsayê û mizgefta ku lê qetlîam hat kirin bi şikleke girseyî hat ziyaretkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

PKKyê ku ji doh heta îro zilmê li xelkê Kurd dike  û êş û elemên mezin bi xelkê Kurd da kişandin  û bi baweriya xelkê Kurd re şer dike; di 26ê Hezîrana sala 1992an de di ser mizgefta gundê Sûsaya Farqînê de girt û 15 Mislimanên ku di mizgeftê de nimêj dikirin dan ber guleyan. Di vê êrîşa PKKê ya hovane de tev de 10 Misliman şehîd bûn.

Ji bo van 10 şehîdên nazenîn û ciwan bername hat tertîpkirin û şehîdên Mizgefta Sûsayê hatin yadkirin. Bernameya ku ji teref Sûsa-Derê ve hat tertîpkirin bi ziyareta camiya ku lê qetlîam hatibû kirin dest pê kir.

Di dema ziyareta ku hat kirin de qala jiyana şehîdan hat kirin. Di ziyaretê kesên beşdervan bênavber sirûşmayên mîna ‘Ji bo zaliman bijî cehennem, Qehir bibe PKK.’ hatin avêtin.Piştî ziyareta ku hat kirin re bernameya bîranînê piştî nimêja esrê dest pê kir.(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir