• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu peyama eydê weşand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yapicioglu di despêka peyama ku weşand de diyar kir hemd ji WÎ Xwedayê ku nesîbî me kir ku em ji Remezanê îstîfade bikin û me gihaştand eydê. Yapicioglu dû re wiha got: “ Ez Eyda Remezanê ya temamê Mislimanan tebrîk dikim. Pêwîst e di vê eydê de hewil bê dayîn da ku  ji bereketa Remezanê her tim îstîfade bê kirin.”

“Em ji Rebbê xwe hêvî dikin ev eyd bibe wesîleya rojên bi hizûr, silh û selamet"

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir nêzî mehekê nefsên me terbiye bûn û dû re wiha got: “ Înşallah digel bedenên me ruhên me jî pak û tahir bûne. Ez wan Mislimanên ku gihaştine eydê tebrîk dikim. Ji ber şerê ku li cografyaya Îslamê pêk tê em bi şikleke xemgîn dikevin eydê. Zehmetî û mişkîleyên wan birayên me yên ku bûne muhacir û bi zilmê azadiya wan ji wan hatiye standin hêj berdewam dike. Ji ber şer û ji ber dorpêçê birayên me yên ku birçî ne û di warê peydekrina ava paqij de zehmetiyê dikşînin hene. Ji ber vê yekê em bi şikleke xemgîn dikevin eydê. Em ji Rebbê xwe hêvî û temennî dikin ku ev eyda ku em ê têkevinê bibe eyda dawî ya bi xemgîn û dîsa em ji Rebbê xwe hêvî dikin ev eyd bibe wesîleya rojên bi hizûr, silh û selamet.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir