Wezareta Karên Derve ji daxuyaniya Yewnanistanê re bertek nîşan da
Wezareta Karên Derve bi daxuyaniya ku belav kir ji daxuyaniya ku ji teref Yewnanistanê ve di derheqê Mizgefta Ayasofyayê hatibû dayîn de re bertek nîşan da.
Di şeva Leyletul Qedrê de di Mizgefta Ayasofyayê de azan û Qur’ana Kerîm hatibû xwendin. Ji ber vê xwendinê ji teref Wezareta Karên Derve yê Yewnanistanê ve daxuyaniyek hatibû dayîn.
Ji ber vê daxuyaniya ku hat dayîn Wezareta Karên Derve yê Tirkiyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û daxuyaniya ku ji teref Wezareta Karên Derve yê Yewnanistanê ve hatibû dayîn hat şermezarkirin.
Di daxuyaniya ku hat belavkirin de bal hatin kişandin li ser mizgeftên ku li Yewnanistanê hêj girtîne û zext û zordariya ku li Mislimanan tên kirin.(ÎLKHA)