• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
"Di cografyaya ummetê detiştekî ku jê re sînor tê gotin tuneye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Serokatiya Navçeya Çermûkê yê HUDA PARê ve bernameya fitarê hat tertîpkirin. Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê  Huseyîn Yilmaz, partiyî, temsîlkarên STKyan, rîspî û gelek kesên vexwandî beşdarî bernamê bûn.

“Di cografyaya ummetê de  tiştekî ku jê re sînor tê gotin tuneye”

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê  Huseyîn Yilmazê ku di bernamê de axavtinek kir di derheqê rewşa alema Îslamê û di derheqê midaxeleya ku ji derve ve li alema Îslamê tê kirin de nirxandinan kir. Yilmaz diyar kir Amerîka ji bi dehhezaran kîlometre dûrahî tê û sînorên me dizayn dike. Yilmaz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hêj em bi wan wesweseyên şeytanî yên Amerîkayê dixapin û hêj em wek Mislimanan xwîna hev dirjînin û hev dikujin. Ew ê ev hal heya kengî berdewam bike? Hêviya me ew ê ku ev zû bi dawî bibe. Bila em jî bibîni ku Îslam li mal, welat, kolan û erdnigariya me hakim e. Bila em cardin wan rojên ku em ummet in bibînin.  Em Kurd, Faris, Tirk û Ereb tev de ewladên vê ummedê ne û perçeyên vê ummetê ne. Me wan sînorên sûnî yên ku me ji hev vediqetînin xêz nekiriye.Ev sînor ne aîdî me ne. Di cografyaya ummetê de  tiştekî ku jê re sînor tê gotin tuneye û nabe jî. Lê belê sînorên sûnî di nav me de xêz kirin û ev jî ne bes bû  me berdan hev û em ji hev re bûn dijmin. Ereb ji Faris re, Fars ji Tirk re û Tirk jî ji Kurdan re bû dijmin. Me kirin vî halî. Ji ber wê yekê divê em demildest vê fitnê ji naveyna xwe derbixin û divê em bibin xwediyê şûura ummetbûnê. Divê em mezhebperestiyê deynin rexekî. Ev levdana Tirk û Kurd, Şîî û Sunnî ne şerê me ye. Şerê Mislimanan bi dijminên Îslamê, bi zaliman  û dîktatoran re ye. Em ewladên vê ummetê ne, divê em cudahiyên xwe deynin rexekî û divê em  werin bal û bibin bira.”(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir