Ew ê di derheqê qezayên li Licê de mufettiş bên erkdarkirin
Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoydestnîşan kirew ê Wezareta Karên Hundir di derheqê 2 qezayên ku li Licê wesayîtên bi zirx ên polêsan tevlî bûbûn de mufettiş erkdar bike.
Ji teref Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy ve di derheqê qezayên ku li Licê wesayîtên bi zirx ên polêsan tevlî bûbûn de daxuyanî da.
Aksoy di daxuyaniya ku da de destnîşan kir ji Midûrtiya Giştî ya Ewlehiyê 2 serokên daîrê hatine Diyarbekirê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di encama qezayên ku pêk hatin de welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Xweda rehma xwe li wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane bike. Serdozgeriya me ya komere di derheqê van qezayan de lêpirsîna pêwîst daye destpêkirin. Ji Midûrtiya Giştî ya Ewlehiyê 2 serokên daîrê hatine Diyarbekirê û lêkolîna pêşî kirin. Ew ê di demeke kurt de mufettişên me li ser meselê bi şikleke hurgilî birawestin.”(ÎLKHA)