8 PKKyî hatin kuştin
Di operasyonên ku li Colemêrg û Wanê hatin kirin de tev de 8 PKKyî hatin kuştin.
Hat ragihandin li Çataka Wanê û li Şemzînana Colemêrgê li dijî PKK operasyon hatin lidarxistin, di encama operasyonan de li herama Gorentaşa Çatakê 3 PKKyî û li çoltera Şemzînana Colemêrgê jî 5 PKKyî hatin kuştin.
Hat ragihandin di encama operasyonan de gelek çek û muhîmat hatin bidestxistin.(ÎLKHA)