• DOLAR 32.356
  • EURO 34.789
  • ALTIN 2392.631
  • ...
Yapicioglu bi serokên STKyan û rûsipiyan re hat bal hev
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu beşdarê bernameya fitarê ya ku Ji teref Serokatiya Bajêra Edeneyê ya HUDA PARê ve hat li darxistin bû. Yapicioglu di bernameyê de li ser pirsgirikên Misilmanan rawest û got: Divê Misilman li dijî kemîn û li hev sorkirinên emperyalîstan, ji xewa xefletê hişyar bibe û ji nû ve bibin bira.

Bernameye ku bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir bi axavtina silavdayina Veysel Yavuzê Serokê Bajêra Edeneyê HUDA PARê dewam kir.

Piştê axaftina Yavuzê, Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu axaftinek kir. Yapicioglu di despêka  axaftina xwe de şehîde keştiya Mavî Marmarayê Çetîn Topçûoglu û şehîdên din ên Mavî Marmarayê bi rehmet bi bîranî.

“Kûdus di bin îşgalê de ye lê li gelek devera Misilmanan çek araste xwe kirinin”

Yapicioglu di axaftina xwe de dest nîşan kir di salvegera êrişa Mavî Marmarayê, Kûdus hêj jî di bin îşagê de ye axa Filistînê di bin dorpêç kirinê de ye û her wiha gelek deverên Îslamê  jî dilsojiyê dikişîne.

Yapicioglu di berdewama axaftina xwe de got: Her Misilmanek bi derdê xwe de ketiye û bi derdên tu kesî re nakevê têkiliyê. Rewşa herî nebaş jî Kûdus di bin îşgalê de ye lê li gelek devera Misilmanan çek û sîlah araste xwe kirinin. Beriya çend rojan berê bi peymana çekan car din baziraganên çekan bi petrolê hatin dewlemend kirin.

Yapicioğlu wiha li axaftina xwe zêde kir: Gelo em wek civakî ji bo ç di vê rewşê de ne? Di Remezanî ya meha Qur’anê de em gelek Qur’anê jî dixwînê digel vî qasî em wek bira çima ji peyama Quranê bê xeberin? Her rojên înê îmam di xutbê bê de peyama Xwede ya edaletê bi bîra me dixînin, ji ber ku dubendi din av me de heye û em ji edaletê durketinin pevçûn û şerên di navbera me de jî bi dawî nabin. Dubendiyê ku di navbera me de henin li dijî me bikartinin û me li dijî hev sor dikin. Berê eskerên xwe dişandin û axa me îşgal dikirin û li wan deran fitne û fesadê derdixistin lê a niha bi destên zarokên me, me  li dijî hev sor dikin. Xwîna me bi destên zarokên me didin herikandin û didin rijandin. A niha çek danin destê zarokên me û perê wan çekan jî ji me werdigrînin. Gelo ew rewş heta ku derê dê bidome? Divê em hinekê bifikirin.  

“Firok û balafirên ku firotinên me bi midexeleya stalaytan dikarin dabixînin”

Yapicioglu li ser qezeya fîrokê ya heftaya borî qewimî bû jî rawest û îfadeyên balkêş bê lêv kir.

Yapcioglu wiha pêde çû: Bi çîpên kû di firok û balafiran de bicîhkirinin kengî bixwazin bi midexeleya stalaytan dikarin hemû firok û balafirên ku firotinên me dabixînin.

Heta ku em erk û kuweta xwe li dijî hev du bi karbînin dê ew çek û balafiran çêbikin û bifiroşên me.

Dê destûrê çekên ku firotinin me, bes ji bo em wan çekan li dijî hev du bikarbînin bidine me. Heviya min ji Xwede ev e ku em ji vê rewşê derkevin û vê qismetê bikin pera hemû alema Îslamê. Heviya min ev e ku hemû mûmîn ji xwew hişyar bibin û ji nû ve bibin bira.

“Bi dev ji berdana doza Mavî Marmarayê xweha meya Çigdemê dan girîn”

Yapicioglu di dawiya axaftina xwe da nêrînin xwe yên di der heqê Mavî Marmarayê jî parve kir û got em vê dozê bi nêzik ve dişopînin.

Yapicioglu axaftina xwe wiha domand: Wekî hûn dizanin bi kelecanek mezin doza Mavî Marmarayê dest pê kir. Di der heqê çeteyên ku çekên Siyonist lixwe kirinin doz hatibû vekirin. Min li gor şert û mercên xwe ew doz şipond. Çigdem Xanima şehît Çetîn Topçûogluye wê demê wiha gotibû, ‘me ji bo Mescîda Aksayê, Kûdus û Xezayê xwêdana xwe rijand. Ez û Çetîn bi hev re li keştiya Mavî Marmarayê siwar bûn me xwena xwe jî rijand lê tu demê hêsrên xwe nerijand, soza min heye. Lê ev doz bi sedema lihevhatinê dabikevê ezê wê rojê bigirîm.’ û doz hat daxistin. Xweha meya Çigdemê dan girîn. Heqîqetek he ev jî ev e Çigdem xanima ku mêrê wî li ber çavên wî şehit ket negiriya lê bidaxistina dozê xweha me dan girîn. Bi rastî Çigdem Xanim bes negiriya ometa me ya mezin giriya.

Yapicioglu bi diayê dawî li axaftina xwe anî. (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir