• DOLAR 32.541
  • EURO 34.962
  • ALTIN 2454.882
  • ...
Zêdebûna bihaya goşt firotina saqatatan zêde kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Digel destpêka meha Remezanê bihaya goştê sor ji 34 TLyan derket 38 TLyan. Mêrdîniyên ku ji rewşê re bertek nîşan dan  destnîşan kirin  ji ber ku her roj bihaya goştê sor zêde dibe êdî qeweta wan tuneye goştê sor bistînin. Qasab jî di derbarê mijarê de diyar kirin ji ber ku li heremê heywanê zindî tuneye  biha zêde bûne.

“Ji ber ku bihaya goşt zêde bû xelk berê xwe da saqatatê”

Aydin Atizê ku esnafê Çarşiya Qasabên Qoserê ye di derbarê mijarê de diyar kir ji ber ku bihaya wê pir zêde ye tu kes nikare goştê sor bistîne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji ber ku goşt biha ye nayê firotin. Xelaya heywanan heye Millet ji dêla ku 2 kîlo goşt bistîne  nîv kîlo goşt distîne. EM jî millet jî perîşan bûye. Millet ji dêla goştê sor ve berê xwe dide seqatat û goştê mirîşkan. Em hêvî dikin ku Wezareta Zîreatê ji vê yekê re çareyekê bibîne.”

“Welatî goşt li ser sifreyên xwe nikarin bibîne”

Qasab Mehmet Nûrî Bozkurt jî di derbarê mijarê de diyar kir dema ku bihaya goşt bê erzankirin ew ê ev yek him ji bo wan û him jî ji bo welatiyan baş bibe. Bozkurt dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Niha goştê tîkegoşt 45 TL, goştê berxan 35 TL ye.  Ji ber ku biha di Remezanê de zêde bûne em wek xwediyê kar jî aciz in. Qiymaya ku me berî niha bi 30-35 TLyan difirot niha em bi 40 TLyî digfiroşin. Bihayên goşt gelek zêde bû. Ger erzan bibin ew ê li feydayê me be. Niha karê me gelek hindik e. Berê min 10 laş berxik difirot, lê niha tenê 2 laşan dikarin bifiroşim. Ji ber ku biha zêde ye xelk berê xwe dide seqatetan. Ji dêla goşt ve kezeb, ûr, rovî, dil, gurçikan distînin.”

 “Ceger 23, dil 15 û gurçik jî bi 12 TL ye”

Kamuran Atizê ku saqatatfiroş e  di derbarê mijarê de diyar kir: “Ji ber ku bihaya goşt zêde ye  welatî berê xwe didin seqatetan. Bihaya saqatatan ne zêde ye. Ceger 23, dil 15 û gurçik jî bi 12 TL ye. Ji ber ku bihaya goşt zêde ye firotina saqatetan gelek baş e.”

Welatiyê bi navê Bulent Aslan diyar kir ‘berê me qiyma xwe bi kezeba berxikan nedianî,lê niha em ya çêlekan bi zorê peyde dikin.’ Murat Kandemîrê ku înşaatvan e jî di derbarê mijarê de diyar kir ew rojane 45 TLyan qezenc dike, lê dema ku ew kîloyek goşt bistîne jê re 7 wereqe pere dimîne.

 Her wiha  Serokê Esnafê Qeseban Kemal Baltaci jî di derbarê mijarê de nerazîbûnên xwe anî zimên û diyar kir ku bila heywanên zindî bişînin Başûrê Rojhilat .(ÎLKHA)











































Bu haberler de ilginizi çekebilir