• DOLAR 32.585
  • EURO 35.057
  • ALTIN 2460.423
  • ...
Diyanet-Sen ji TGRT û Osman Unlu re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ew Rojnameya Tirkiyê û TGRT TVyê ku di van pêlên dawî de Serokatiya Karên Diyanetê û  Prof. Dr. Mehmet Gormez dikin hedefa xwe, doh êvarî îmzeya xwe avêt bi faciayeke din.

Osman Unluyê ku di TGRTyê de bi wesfê ‘îlahiyatnas’ bernamê çêdike doh êvarî dema ku Serokatiya Karên Diyanetê kire hedefa xwe  ji bo zarokan di derheqê camiyan de gotinên ecêbmayî  û xeyrî exlaqî serf kir ku ev gotinên wî bûn sedemên bertekên tund.

“Di dema pêxemberê me de camî tenê wek cihê îbadetê nedihatin bikaranîn”

Ahmet Gorguluyê Serokê Şaxa Mêrsînê yê Diyanet-Senê   di daxuyaniya ku bi sernava ‘Em TGRT û wî xurafeperstî şermezar dikin’ hat dayîn de  ev tişt hatin gotin: “ Ew gotinên îlahiyatnas Osman Unluyê (bi xurafeperstbûna xwe navdar e) nivîskarê xurafeperest ê Rojnameya Tirkiyê yê ku di TGRT TVyê de di derheqê camiyan de gotina ‘kerxane’ bi kar anî ku ev gotina di derheqê camiyan de camiya me û temamê xelkê me mehzûn kir. Di dewra pêxemberê me de  camî tenê wek cihê îbadetê nedihatin bikaranîn; berewajî wek cihên ku gelek pêdiviyên însanan lê dihatin temînkirin  camî xizmetê didan. Di van salên dawî de bi hewildanên Serokatiya Karên Diyaneta me tê xwestin  ku camî vegerin van eslên xwe yên eslî.”

 “ Wiha diyar dibe ew tewecuha li malên Xweda hinek kesên xurafeperest aciz dike”

Gorgulu di berdewama axavtina xwe de diyar kir   ev bi salan bû ku tenê ji ser temenekê re însan dihatin camiyan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Bi bernameyên cûrbecûr ên ku hatin lidarxistin  êdî zarok, ciwan û pîrek eleqe û tewecûd nîşanî malên Xwedê dan. Ev eleqe û  tewecûh wiha diyar dibe ku hinek kesên xurafeperst aciz û nerihet kiriye. Ev yek jî nîşan dide ku ev xebat û xeyret tev di cî de ne û divê bên zêdetirkirin.”

 “ Li ber milyonan di qenaleke TVyê de ew şibandina ku di derheqê camiyên  de hatiye kirin  pir bêexlaqî  ye”

Gorgulu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew şibandina ku di derheqê mizgeftan de di TGRTyê de hatiye kirin pir bêexlaqî ye û divê demildest ji raya giştî lêborîn bê xwestin. Gorgulu dû re wiha li axavtina xwe zêdr kir: “ Ew gotinên xalîz ên zindiqên ku bi hurafeyan  mezin bûne,  malên Xweda yên pak û paqij nalewitînin. Li ber milyonan di qenaleke TVyê de ew şibandina ku di derheqê camiyên em de hatiye kirin  pir bêexlaqî û cahilî ye. Tê dîtin ew xebatên û bernameyên teşkîlata me ya Diyanetê  xwediyê wan fikrên xurafeperst sewqî  endîşê dike. Em wek Şaxa Mêrsînê ya Diyanet-Senê  wî şexsî û organa weşanê şeremza dikin. Em bang li wê organa weşanê ya ku bi ked û pereyên millet hat damzirandin û dû re bi xurafeyan mezin bû û niha jî êrîlî bawerî û mabeda milletê me dike dikin da ku lêborînê ji milletê me bixwaze.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir