Li hember ocaxên ku germahiyên wan hezar û 500 derece ne rojî digrin
Karkerên rijandina hesinê yên ku li Entabê li hember ocaxên ku germahiya wan digihije hezar û 500 derece dixebitindiyar kirin çi qas bi zehmet be jîew ê emrê Xweda bi cî bînin û rojî bigrin.
Li Entabê kesên ku di Sîteya Pîşêsaziya Kusgetê de wezîfeya karkeriya rijandina hesinê dikin li hember ocaxên ku germahiya wan digihije hezar û 500 derece hewil didin rojiyê bigrin. Karkerên hesinkariyê yên ku di bin wê germahiyê de rojî digrin û dixebitin diyar kirin çi qas bi zehmet be jî ew ê emrê Xweda bi cî bînin û rojiya xwe bigrin.
“Çi qas bi zehmet be jî em ê rojiya xwe bigrin”
Karkerê bi navê Hasan Doner ê ku karê rijandina hesinê dike di derbarê mijarê de diyar kir ew germahî ne manie ku ew rojî bigrin û wiha gotin: “ Girtina rojiyê ji bo me ferz e. Tiştek li ber girtina rojiyê ji bo me ne asteng e. Hemû tişt bi daxwaza Xweda çêdibe. Diwarê zehmetiyê de Xweda dibe alîkarî. Ji ber wê yekê em hewil didin rojiyê bigrin. Hinek însan rojiyê nagirin û hinek însan bi baweriya ku Xweda daye wan hewil didin emrê rojiyê bi cî bînin. Çi qas bi zehmet be jî em ê rojiya xwe bigrin.”
“Em mecbûr in ku vê ferza Xweda bi cî bînin”
Doner di berdewama axavtina xwe de diyar kir cihê ku ew lê dixebitin gelek zêde germ e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Niha germahiya van ocaxan hezar û 500 derece ye. Germahiya derve 38 derece û ya hindur jî digihije 70 derece. Germahiya ocaxê jî hezar û 500 derece ye. Bi zehmet dibe. Rojiya hêsan tuneye. Em mecbûr in ku vê ferza Xweda bi cî bînin. Em rojane 8 seatan dixebitin. Ev der çi qas germ be bila bibe ji cehnemê ne germtir e. Lê belê ji wê cehnemê deriyeke revê heye. Ew jî dema ku mirov li dinyayê be bi cî anîna tiştên ku Xweda wan ferz kiriye û xwe ji tiştên ku Xweda nehya me ji wan kiriye xwe mihafezekirin e.Piştî ku însan xwest pê ve Xweda ni niyeta însên dizane û li gor wê jî jê re dibe alîkar.Piştî ku tê xwest pê ve kîjan zehmetî dibe bila bibe Xweda dibe alîkar.”
Her wiha kesên bi navê Mehmet Doner, Yusuf Yilmaz, Muhammed Alluç û Huseyîn Altunê ku di karê rijandina hesinê de dixebitin jî di derbarê di germahiyê de rojî girtinê de diyar kirin şert û merc çi qas giran dibin bila bibin em ê rojiyên xwe bigrin û ev yek wezîfeya me ya evdîtiyê ye.(ÎLKHA)