• DOLAR 32.446
  • EURO 34.887
  • ALTIN 2401.806
  • ...
 "Em dibînin ku xort bi eşq û şewqê li Qur'anê dinihêrin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Digel destpêka Remezanê ew sunneta muqabelê jî di mizgeftan de tê îhyakirin. Kesên ku exlebeyên wan ji xort û ciwanan pêk tên eleqeyeke mezin nîşanî sunneta muqabelê didin û mizgeftan dadigrin. Ji van mizgeftên ku xort û ciwan û her wiha kesên extiyar kji bo muqabelê berê xwe didinê yek jî Mizgefta Mezin a Sûrê ye. Îmam Xatîbê Camiya Mezin  Osman Yagmurê ku di derheqê ji Qur’anê re eleqenîşandayîna xortan de destnîşan kir zêdetir xort beşdarî muqabelê dibin û em dibînin ku xort bi eqş û şewkê li Qur’ana Kerîm dinihêrin. Yagmur her wiha diyar kir ji sedî 70-80yê kesên ku beşdarî muqabelê dibin xort in.

“Qur’ana ji bo  saadet û silametiya însan hatiye nazilkirin”

Yagmur di berdewama axavtina xwe de diyar kir Qur’ana Kerîm ji bo saadet û silametiya însanetiyê hatiye şandin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Qur’an ne ku ji bo li goristanan li ser miriyan bê xwendin hatiye daxistin. Weke ku Xweda di kelama xwe de dibêje Qur’ana ji bo  saadet û silametiya însan hatiye nazilkirin. Dema ku Remezan tê gotin Qur’an û Şeva Leyletul Qedrê tê bîra me. Divê em di meha Remezanê de Qur’anê zêdetir bixwînin û divê em wextê zêdetir bi nirxandina Qur’anê derbas bikin. Lewra meha Remezanê  ne meha xew, razan û tembeltiyê ye.”

 “Xortên me bi Qur’anê hemhal dibin”

Yagmur di berdewama axavtina xwe de diyar kir dema ku em Qur’anê tîlawet bikin  divê em Qur’anê fêm bikin, bijîn û bidin jiyanadin . Yagmur dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Li mzigefta rojane 3 xitim tê xwendin. Ango piştî nimêja şeveqê, nîvro û esrê cuz tên xwendin. Elqeyeke mezin nîşanî mukabelê tê dayîn. Ji sedî 70-80yê kesên ku beşdarî muqabelê dibin xort in. Em dibînin ku xort meyla xwe didin Qur’anê û bi eşq û şewk lê dinihêrin. Êdî xortên me berê xwe didin Qur’anê. Xortên me bi Qur’anê hemhal dibin. Meraq dikin ka emrên di Qur’anê de çi ne?Çi qas li derve bibêjin ‘xort ber bi neqenciyê ve diçe’ bila bibêjin, di ya rastiyê de xortên me berê xwe dane Qur’anê û dixwazin emrên di nav de çi ne , dixwazin hîn bibin.”(ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir