• DOLAR 32.483
  • EURO 34.863
  • ALTIN 2447.484
  • ...
Paleyiya nîskan a ku li rasta meha Remezanê hat dest pê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gelemperê heremê paleyî dest pê kir, lê li Êlihê cotkar bi ya nîskan dest bi paleyiyê kirin. Cotkarên ku ji randimana îsal a nîskan razî ne di derbarê mijarê de diyar kirin ji ber ku paleyî laqayî meha Remezanê hat ew zehmetiyê dikşînin.

Cotkarên gundê Gundekira ji ber ku di germahiyê de bi rojî nikarin paleyiyê bikin, ji naçarî piştî paşîvê di wan wextên hênik de dest bi paleyiya nîskan dikin û dema ku hewa germ bû jî dev ji paleyiyê diqerin.

Cotkar Mehmet Emîn Çelîk diyar kir ew ev 2 roj e ku paleyiya nîskan dike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me îsal hê nû dest bi paleyiya nîskan kir. Di wan çend salên borî de jî paleyiya nîskan li rasta meha Remezanê dihat. Îxtîmale her du salên pêşiya me jî paleyiya nîskan li rasta Remezanê bên. Ji bo kesên ku rojî digrin paleyî heqîqeten jî bi zehmet e. Me paşîva xwe xwar û nimêja xwe kir û em hatin nav erd. Ji ber germahiyê divê em beriya nîvro vegerin mala xwe. Lewra bi rojî di bin tavê de sekinîn bi meşaqet e.”

Çelîk di berdewama axavtina xwe de diyar ew îsal darên gozan danîne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji ber vê yekê me nikaribû paleyiya xwe bi traktorê bikin. Bi destan jî paleyi bi zehmet e. Lê em nikarin nîskên xwe di erd de bihêlin.”(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir