Li Diyarbekirê operasyona FETO: 28 binçavî
Di operasyona ku li Diyarbekirê li dijî FETO hat tertîpkirin deSekreterê Giştî yê Berê yê Yekîtiyên NexweşxaneyênKamuyê Murat Kangin jî di nav de tev de 28 kes hatin binçavkirin.
Li Diyarbekirê di operasyona ku FETO ya ku li dijî karsazan hat kirin de Sekreterê Giştî yê Berê tê Yekîtiyên Nexweşxaneyên Kamuyê Murat Kangin jî di nav de tev de 28 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin bi talîmata dozgeriyê li Diyarbekirê di heman demê de ji teref polêsan ve li dijî FETO operasyon hatin lidarxsitin. Di encama operasyonên ku di heman demê hatin tertîpkirin de Sekreterê Giştî yê Berê tê Yekîtiyên Nexweşxaneyên Kamuyê Murat Kangin jî di nav de tev de 28 kes hatin binçavkirin û ji bo 4 kesên din jî bên girtin xebat berdewam dikin.
Di bergeha lêpirsîna FETO ya ku ji teref Serdozgeriya Komare ya Diyarbekirê ve tê birêvebirin de di derheqê 32 kesan de qerara binçaviyê hat dayîn. Di bergeha operasyonên hemwext ên ku hatin lidarxistin de kesên bi navê M.K, V.K, B.Ç, K.K, A.C, M.B, A.K, C.Y, A.N, A.O, P.Ş, R.V, Ş.B, K.B, S.B, Y.E, A.O, M.K, H.B.G, M.G.E, M.E.T, B.K, Ş.G, M.S.G, A.A, A.K, M.K, Y.Ç, M.A.B, Z.O, A.M.Y, Y.E, A.K. û Î.A hatin binçavkirin.
Her weke ku dê bê bîran di êrîşên 6-7ê Cotmehê yên ku ji teref HDP/PKKyiyan ve hatibûn lidarxistin de di derheqê Sekreterê Giştî yê Berê yê Yekîtiyên Nexweşxaneyên Kamuyê Murat Kangin de gelek îddîa hatibûn rojevê.
Di van îddiayan de hatibû destnîşankirin PKK/HDPyiyên ku di bûyeran de birîndar bûne bi mudaxeleya Sekreterê Giştî yê Berê yê Yekîtiyên Nexweşxaneyên Kamuyê Murat Kangin nasnameyên wan hatiyû veşartin an jî li ser navê welatîninan din hatine tedawîkirin.(ÎLKHA)