• DOLAR 34.103
  • EURO 38.146
  • ALTIN 2875.028
  • ...
Waliyê Xarpêtê di derheqê êrîşa çekdarî ya ku li Belîrgen hat kirin de daxuyanî da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Waliyê Xarpêtê Murat Zorlu di daxuyaniya ku belav kir de wiha got: “ Di derdora seat 11.45an de êrîşa çekdarî li Serhekîmê Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê Prof. Dr. Muhammed Saîd Belîrgen hat kirin. Belîrgenê ku di odaya xwe ya meqamê de li rasta êrîşa çekdarî hat giran birîndar bû û niha li nexweşxaneya me tê tedawîkirin.”

Zorloglu di berdewama daxuyaniya ku da de diyar kir kesê êrîşkar teşebûs kiriye ku întîhar bike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Êrîşkarê ku nasnameya wî hatiye tespîtkirin piştî êrîşê teşebûsî întîharê kir û niha tê tedawîkirin. Di derheqê bûyerê de lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin. Em ji Xweda ji bo nexweşê xwe şifa teleb dikin û em li benda diayên we ne.”

Ji rexê din ve hat diyarkirin kesê êrîşkar di firmayeke medîkalê de dixebite.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir