"Nefes standin heqê me ye"
Şêniyên ku li Nisêbîna Mêrdînê di apartmanekê de dijîndestnîşan kirin ev 4 meh e ku ava kanalîzasyonê ketiye mala wan û ew digel ku xeber dabin rayedaran jî tu kes serê xwe bi meselê neêşandiye.
Şêniyên ku li Nisêbîna Mêrdînê di apartmana bi navê Tandogan de dijîn destnîşan kirin ev 4 meh e ku ava kanalîzasyonê ketiye mala wan û ew digel ku xeber dabin rayedarên MARSUyê jî tu kes serê xwe bi meselê neêşandiye û problema wan çareser nekiriye.
Şêniyên apartmanê diyar kirin ew ji ber avên kanalîzasyonê bi şikleke wan boruyên serşo û destşoyê girtine û ew pêdivî û îxtiyacên xwe yên serşo û destavê li malên naskiriyên xwe tedarik dikin.
Qanalên ava avêtî yên li banyoyê bi betonê girtin
Kamîle Ozela ku ji şêniyên apartmanê ye di derbarê mijarê de diyar kir ev 4 meh çêbûye ku ew ji ber mişkîleyê serî li MARSUya Mêrdîn û Nisêbînê dane, lê muracatên wan pere nekiriye. Ozel dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev 4 meh e ku em di vî halî de ne, Em di jêrzemînê de dijîn. Ava kanalîzasyonê dikeve nava mala min. Me serî li şaredariyê û li MARSUyê da, ji me re dibêjin xebat hene. Dema ku em diçin MARSUyê ji me re dibêjin borî tunene, borî di îhalê de ne û dibe heta salekê jî bellû nebe. Em şêniyên apartmanê li gor derfeta xwe me bi hezar û 700 banqinotî borî stand. Niha jî ji me re dibêjin xebat heye, ne bellû ye ariza we kengî bê tamîrkirin.”
Ozel di berdewama axavtina xwe de diyar kir her tim ava kanalîzasyonê dikeve mala wê û êdî ew nikarin di mala xwe de xwarinê çêbikin.
Havva Bîlgîça ji şêniyên apartmanê ye ji rewşê bi dowîza ku li ser ‘Standina nefesê heqê me ye’ nivîsandiye bertek nîşan da û diyar kir ew ji ber av û bêhna kanalîzasyonê nema dikarin di malên xwe de bijîn.(ÎLKHA)