• DOLAR 34.103
  • EURO 38.146
  • ALTIN 2875.028
  • ...
SON DAKİKA
Qedexeya derketina derve ya ku êvaran li Nisêbînê dihat tetbîqkirin hat rakirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ew qedexeya derketina derve ya ku êvaran li  Nisêbîna Mêrdînê ji sala borî ve tê tetbîqkirin doh êvarî ji seat 24.00an vir ve hat rakirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref qeymeqamtiya navçê ve hatiye dayîn de di bîran hat xistin  sala borî di 14ê Adara 2016an de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û dû re wiha got: “ Ew qedexeya ku ji xeynî wan heremên bi têlkirî êvaran di navbera seatên 24.00-05.00an de dihat tetbîqkirin ji seat  24.00an ve hatiye rakirin.”

Li gor daxuyaniyê taxên bi navê Yenîturan, Yeşîlkent, Mor Yakup, 8 Mart, Girnavas, Devrîm, Selahaddîn Eyyûbî, Çatalozu, Îpekyolu, Bariş û li taxên bi navê Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Abdulkadîr Paşa, Zeynel Abîdîn û li taxa Kişlayê li cihên ku bi têlan hatine dorpêçkirin qedexe ranebûye.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir