Di derheqê Serokwezîra kevin Çîller de qerara anîna bi zorê
Di niştina îro ya doza 28ê Sibatê ya ku li Enqerê tê dîtin dedi derheqê Serokwezîra Kevin Tansu Çîller de bi sifeta maxdûr-şahid qerara anîna bi zorê hat dayîn.
Îro 88emîn niştina doza 28ê Sibatê li 5emîn Mehkemeya Cezaya Giran a Enqerê hat dîtin. Hinek kesên mexdûrê dozê û parêzer beşdarî dîtina dozê bûn. Di doza ku hat dîtin de parêzerên muştekî ji mehkemê teleb kirin da ku di derheqê temamê bersûcan de qerara girtinê bê dayîn. Piştî nîv seatî heyeta mehkemê di derheqê Serokwezîra Kevin Tansu Çîller de qerar da, da ku bi sifatên maxdûr-şahid bi zorê ji mehkemê re bê anîn.
Niştina dozê taloqî 18ê Tîrmeha 2017an hat kirin.(ÎLKHA)