Ji sedî 75ê gelê Tirkiyê destekê nade beşdarbûna YAyê
Pîsporê YAyê Can Baydarol di civîna ku li Wanê beşdarî bû de destnîşan kir desteka ku gelê Tirkiyê dida beşdarbûna YAyê ji sedî 75an ket 25an.
Ji teref Navenda Agahiyê ya YAyê ya TSOya Wanê ve civîneke bi navê ‘ Di Ronahiya Geşedaniyan de bi Çavê Çapemeniyê Têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Awrûpayê’ hat tertîpkirin.
Di civîna ku hat tertîpkirin de Pîsporê Yekîtiya Awrûpayê Can Baydarol di debrarê meseleya beşdarbûna YAyê de axavtinek kir. Baydarol di axavtina xwe de wiha got: “ Xelkê Tirk dema ku ji bo endambûna temametî muzakere dest pê kiribûn ji sedî 75 destekê dida. Lê îro ev destek ketiye ji sedî 25an.”(ÎLKHA)