• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Entabê 70 hafiz îcazet standin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Şahînbeya Entabê 70 hafizên ku li Entabê perwedehiya xwe ya hafiztiyê temam kirin bi meressîma ku hat tertîpkirin îcazeta hafiztiyê standin.

Merasîma îcazet dayînê li Navenda  Kongre û Çandê ya Şehîdkamîl hat tertîpkirin. Pîsporê Xizmetên Dînî Davut Kaya, Miftiyê Bajêra Entabê Ahmet Çelîk,  temsîlkarên STKyan û malbatên telebeyên hafiz û hafîze beşdarî merasîmê bûn.

 “Ji Qur’anê re xizmet kirin karê temamê Mislimanan e”

Miftiyê Bajêra Entabê Ahmet Çelîkê ku di bernam de axavtinek kir diyar kir  xwendina Qur’anê û hafiztî ne karek e û ji Qur’anê re xizmet kirin karê temamê Mislimanan e. Çelîk dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Kitêba me Qur’an e.  Em çi karî dikin ferq nake. Xwendina Qur’anê û hafiztî ne meslekek e. Ji Qur’anê re xizmet kirin ne meslekek e. Ji Qur’anê re xizmet kirin karê temamê Mislimanan e.”

Çelîk di berdewama axavtina xwe de wiha diyar kir: “Em îro dibêjin çima zarokên me û xortên me bi nasname û şexsiyeteke Îslamî mezin nabin? Mişkîleya me ya herî mezin ev e. Ger agahî û ilma tiştekî tunebe nasnameya wê jî çênabe. Ger ilma tiştekê neyê hînkirin fikra wê jî nikare bê hînkirin. Îro mişkîlkeya li welat û alema Îslamê tê kişandin ev e. Ger em dibêjin exlaqa Qur’anê divê em Qur’an Kerîm hîn bibin û ilma wê tedrîs bikin. Divê em wê hîn bibin û fêm bikin.”(ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir