Serokkomar Erdogan piştî 998 rojan li heman salonêdîsa axavtin kir
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogandi 3yemîn Kongreya Mezin a Derasayî yaAK Partiyê ya ku lê wek namzeda Serokatiya Giştî hatibû nîşandan axavtinek kir.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di axavtina xwe ya ku di 3yemîn Kongreya Mezin a Derasayî ya AK Partiyê kir de destnîşan kir ‘Piştî 998 rojan dîsa li heman salonê , em li kû derê mabûn, dîsa em bi hev re ne.”
Erdogan di kongreya ku lê wek namzedê Serokatiya Giştî hatibû nîşandayîn de wiha axivî: “ Berî vê 3 salan di 27ê Tebaxa 2014an de dîsa li vê salonê me ji we re gotibû her dawiyek destpêkeke nû ye me li hevdu heqê xwe helal kiribû. Bi bîra xwe bînin. Elbet ev yek veqetîneke hiqûqî bû. Dilên me tu car ji hev veneqetiyan. Me temamê huzn û kêfxweşiyên xwe digel hev di qelbekê de jiya. Piştî 998 rojan dîsa li heman salonê , em li kû derê mabûn, dîsa em bi hev re ne.”(ÎLKHA)