Derket holê PKKyiyê ku hatiye kuştin failê îstîsmarê zayendî ye
Ji yek wan PKKyiyên ku li Dêrsimê hatin kuştin PKKyiyek li Stenbolê li qizîkeke piçûk îstîsmar zayendî kiriye.
Ji teref Walîtiya Dêrsimê ve hat ragihandin li mewqiya Robara Baliyê di operasyonên ku tên kirin de 8 PKKyî hatin kuştin û derket holê ji van PKKyiyên ku hatin kuştin PKKyiyek li Stenbolê li qizîkeke biçûk îstîsmara zaynedî kiriye.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat ragihandin nimûneyên DNAyê yên 8 PKKyiyên ku hatine kuştin bi talîmata Serdozgeriya Komare ya Dêrsimê ji bo bên lêkolînkirin ji Labaratuvara Krîmînal re hatine şandin.
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin “Di encama lêkolîna ku li labaratuvarê hat kirin de derket holê ji nimûneya DNAyê yên ku ji endamên rêxistinê yên ku hatine kuştin hatine girtin wek DNAya kesê ku li Stenbolê tevlî bûyera îstîsmara zayendî bûye derketiye.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin hatiye tespîtkirin PKKyiyê ku hatiye kuştin failê îstîsmara zayendî ya ku di 3ê Hezîrana 2016an de li qizîkeke piçûk hatiye kirin e.(ÎLKHA)