• DOLAR 32.451
  • EURO 34.795
  • ALTIN 2440.144
  • ...
 "HUDA PAR ji siyaseta Tirkiyê re nirxan da qezenckirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Entabê ji teref  Serokatiya Şaxê Ciwanên Ebtabê yê HUDA PARê ve  konferanseke bi navê ‘Di Tesîsa Pergaleke Adil de Erka Ciwanan’ hat tertîpkirin. Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Saîd Şahîn di konferansa ku hat tertîpkirin de axavtinek kir. Şahîn di axavtina xwe de diyar kir HUDA PAR di dîroka xwe ya 5 salane de ji siyasetê ya Tirkiyê re  nirxên dînî, exlaqî û însanî daye qezenckirin.

“Digel HUDA PARê siyaseta Tirkiye gihaşt nirxan û bû xwediyê nirxên exlaqî, dînî û însanî”

Şahîn di  berdewama axavtina xwe de diyar kir  weke ku tê zanîn ev 5 sal çêbû ku partiya wan hatiye damizrandin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di nava wexteke wisa kurt de HUDA PAR ji siyaseta Tirkiyê re gelek tişt dan qezenckirin. Dema ku HUDA PAR têket siyasetê hedefinan danî ber xwe. Di serê van hedefan de  bi siyaseta Tirkiyê  qezenckirina nirxan bû. Digel HUDA PARê siyaseta Tirkiye gihaşt nirxan û bû xwediyê nirxên exlaqî, dînî û însanî.”

“Beriya HUDA PARê di siyasetê de maslahat û fedakarî tunebû”

Şahîn di berdewam axavtina xwe de diyar kir li Tirkiyê siyaset li ser berjewendiyan hatiye damizrandin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev siyaseta ku li ser berjewendiyan hatiye damizrandin  ‘cinawartî’ ye. Ev siyaseta cinawar berberî xist nava civakê û civakê berde hev. Mixabin ew siyaseta li Tirkiyê ya ku li ser berjewendiyên şexs, kom û partiyan hatiye damizrandin  hizûr û aramî neanî.  Beriya HUDA PARê di siyasetê de maslahat û fedakarî tunebû. HUDA PAR bi tewr û hereketên xwe yên eqlê selîm  û bi siyaseta xwe ya ku di navenda wê de maslahata xelkê hebû, bû qeraxa selametê ya  ummet, welat û memleketê.”

Şahîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir digel ku ji bo me zirar bû jî me pêşanî da maslahata civak û welêt û ev yek berî niha di siyaseta Tirkiyê de nehatiye dîtin.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir