Li dijî Rojnameya Sozcuyê operasyona FETO
Hat ragihandin 4 kesên ku di Rojnameya Sozcuyê de dixebitin bi hinceta ku li ser navê FETO sûc kirine operasyon hat destpêkirin.
Hat diyarkirin li dijî 4 kesên ku di nav de Burak Akbayê ku xwediyê Rojnameya Sozcuyê jî heye û tê diyarkirin li ser navê FETO sûc kirine operasyon hat destpêkirin.
Bi talîmata Serdozgeriya Komare ya Stenbolê li navnîşanên van 4 kesan operasyon hat destpêkirin.
Hat diyarkirin xwediyê rojnameyê Akbay, Mehdî Olgunê midûrê mesûlê înternetê ye, Yonca Kaleliya midûrê karên malî ye û muhabîr Gokmen Ulu di nav van 4 kesan de ye.(ÎLKHA)