• DOLAR 34.587
  • EURO 36.416
  • ALTIN 2979.155
  • ...
 "Em kar û xizmetê dixwazin ne konser û mihrîcanê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xelkê Êlihê ji mihrîcan û konserên ku ji teref Şaredariya Êlihê ve hatin tertîpkirin re bertekeke tund nîşan da. Êlihiyan ku diyar kirin ‘Em kar û xizmetê dixwazin ne mihrîcanê’ di derbarê mijarê de ji şaredariyê re bertek nîşan dan û di derbarê mijarê de destnîşan kirin  divê pereyên şaredariyê ji bo xizmetan bên xerckirin.

 “Em ne terefdarê  tertîpkirina wan konserên ku li hember orf û adetên civakê ne”

Kesê bi navê Osman Onuk di derbarê mijarê de diyar kir ev konserên ku tên tertîpkirin civakê ji orf û adetên wan dûr dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em naxwazin konser bên terîtpkirin. Bila bi pereyên wan konserên ku dê bên tertîpkirin ji xelkê feqîr re alîkariyê bikin. Em ne terefdarê  tertîpkirina wan konserên ku li hember orf û adetên civakê ne. Em dixwazin bila qayyûm ji xelkê xizmetê bike. Em dixwazin bibêjin, em li benda xizmetê bûn lê belê ev konser tên tertîpkirin ku ji vê yekê re hewce nîne. Li vî bajarî bêkarî gelek zêde ye, lê radibin konseran tertîp dikin ku em tiştekî ji vê yekê fêm nakin. Em naxwazin ev cûr bername bên tertîpkirin.”

 “Bila bi wan pereyên ku ji bo konserê xerc dikin bila xortan îstîhdam bikin”

Êlihiyê bi navê Evdirrehîm Sevda jî di derbarê mijarê de diyar kir şaredarî dikare bi wan pereyên ku ji bo konserê xerc dike xortên bêkar îstîhdam bike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dibe ku şaredarî konseran ji bo xelkê tertîp bike, lê xelk bêkar e û millet perîşan e. Ger bi wan pereyên ku ji bo konserê xerc dikin ji bo kesên bêkar di îstîhdamê de bikar bînin çêtir dibe. Ew ê însanê birçî ji konserê çi fêm bike? Ew ê ew xortên bêkar çi bikin ji konerê? Ji dêla konserê de bila îstîhdamê bikin ku ev yek bi xêrtir e.”

Kesê bi navê Yusuf Turan  jî di derbarê mijarê de nerazîbûnên xwe anî zimên û ji şaredariyê re ji ber konser û mihrîcanên ku tertîp kirine wisa bertek nîşan da: “ Ev qas zehmetî û mişkîleyên me hene, îca ev konser û mîhrîcan ji kû derketin? Ez bi şiddet li dijî van konseran im.”

Welatiyê bi navê Omer Çelîk jî wisa got: “Ev mihrîcanên ku qîz û law tevlîhev in ji tere şaredariyê ve tên tertîpkirin ne li gor bawerî û çanda me ne. Em ji şaredariyê hêvî dikin ku ji bo  xelkê me xizmetên bi feyde bikin.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir