"Bila dewlet zêdetir destekê bide cotkarî û ajaldariyê"
Gundiyên ku li Mûşê bi karê cotkarî û ajaldariyê mijûl dibin ji ber bêîmkaniyan gazin û giliyên xwe anîn zimên û li benda çareseriya mişkîleyan e.
Kesên ku karê cotkar û ajaldariyê li Gundê Aşmanuka Mûşê hewil didin bi karên xwe debara xwe bikin û ji bêderfetiyan gazin û giliyan dikin. Cotkkar diyar kirin ji ber ku di deşata Mûşê de qenalên avdanê tunene ew nikarin temamê erdên xwe bajon û gundiyên ku heywanan xwedî dikin jî diyar kirin ji wan re desteka pêwîst nayê dayîn.
“Bila dewlet mêrg û çergehên me negire”
Kesê bi navê Celaleddîn Ardîl di derbarê mijarê de diyar kir ew debara xwe bi ajaldariyê dike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dewlet mêrg û çergehên me digire û dike daristan. Ji ber vê yekê cî namîne ku em heywanên xwe lê biçêrînin. Ger dewlet mêrg û çergehên me bigire û bixe daristan em ê perîşan bibin û em ê birçî bimînin. Em debara xwe tenê bi ajaldariyê dikin. Em dixwazin ku dewlet mêrgên me negire û em heywanên xwe li van deran bidin çêrandin. Jixwe em 6 mehan di bin berfê de dimînin û deynên me çêdibin. Em encax dema ku di biharê de heywanên xwe diçêrenin dikarin deynên xwe bidin.”
“Em heywanan xwedî dikin lê him dema ku em wan xwedî dikin û hin jî dema ku difiroşin jî zirarê dikin”
Kesê bi navê Abdullah Karakaya jî di derbarê mijarê de diyar kir ew bi zehmetiyê zivistanê derbas dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em heywanan xwedî dikin lê him dema ku em wan xwedî dikin û hin jî dema ku difiroşin jî zirarê dikin. Ka zêde bûha bûye, em tona ka bi hezaer TLyê distînin. Kesê ku 50 heywanên wî hebe divê 20 ton ka bistîne ku ev jî dike 20 hezar TL. Hinek ji van heywanan nexweş dikevin û hinek jî dimirin. Dema ku ev tişt diqewimin keda me boşê diçe. Em gelek zêde zehmetiyê dikşînin. Carekê tutun hebû, mirovek 5 donim diçand û debara xwe dikir; lê belê kota anîn çandina tutunê û tutunvaniyê jî qelandin. Wekî di mijara pincara şekir de jî mişkîle heye. Ger dewlet destekê bide welatian , bihaya mazotê daxe û ger destekê bide ajaldariyê ew ê însan karibin debara xwe bikin. Destekê dide lê ne bes e.”
Kesên bi navê Nevzat Karakaya û Şefkat Karakaya jî di derbarê mijarê de diyar kir ji ber ku ev tune ye erdên wan bêyar dimînin û ger welatî feqîr bimîne ew ê dewlet jî bimîne.(ÎLKHA)