• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Ew ê xelkê me derd û kulên xwe bibêje em ê jî bibin taqîbkerên vê yekê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê  Huseyîn Yilmaz, Serokê Bajêra Diyarbekirê Şeyhmus Tanrikulu û heyeta digel wan li Pasûra Diyarbekirê dikandaran ziyaret kirin û derd û kul, gazin û giliyên wan guhdar kirin.

Di dema ziyaretê de Pasûriyan destnîşan kirin partiyî ji hilbijartinê heta hilbijartina din encax xelkê ziyaret dikin û ew ji ber vê yekê ji ziyareta HUDA PARê ya ku li dikandaran hatiye kirin gelek zêde memnun in.

Piştî ziyaretên ku hatin kirin re Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê  Huseyîn Yilmaz daxuyaniyan da. Yilmaz di daxuyaniya ku da de destnîşan kir  ew derd û kulên wan guhdar kirine û ew ê bibin taqîbkerên vê yekê.

“Mişkîleyên mîna ava paqij, rê, binêsazî û girtîbûna Rêbeja Mûş-Pasûrê heye”

Yilmaz di axavtina xwe de qala meseleyên ava paqij û binêsaziyê yên Pasûriyan kir û wiha got: “ Hema hema me tamamê dikandarên xwe ziyaret kir û me derd û kulên wan guhdar kir. Me di dema ziyaretan de hinek mişkîleyên Pasûriyan tespît kir. Hinek ji wan mişkîleyên mîna ava paqij, rê, binêsazî û girtîbûna Rêbeja Mûş-Pasûrê heye. Dîsa hinek tedbîrên ku ji ber ewlehiyê li nêzî qereqolê hatine standin hene. Nîştecih ji ber ku Kolana Diyarbekir û Kolana Lîseyê di navbera 06.00-06.00an de bi bariyaran tê girtin mexdûr dibin û nikarin kar bikin. Hinek dikandar jî daxwazname dane û dixwazin dikanên xwe bigrin.

“Em ê mişkîle û problemên wan guhdar bikin û em ê bibin teqîbkarên vê yekê”

Yilmaz di berdewama axavtina xwe diyar kir ev mexdûriyet demildest bên çareserkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ewlehî mişkîleyek e, lê belê si hinceta ewlehiyê mexdûrkirina esnafan mişkîleyeke cuda ye. Em di vê xalê de hêvî dikin ku rayedar bi hesasiyet hereket bikin û qet nebe  di warê seatên ewlehiyê de  di mijarên têketin û derketina wesayîtan hesastir bibin da ku ji tîcareta dikandaran re nebe asteng. Fikrê me ev e. Esnafê me jî vê yekê teleb dike. Mişkîkeyeke cudatir heye. Ew jî peyder pey dikarin bên çareserkirin. Tespîta me û ya xelk û dikandaran ev e.Em ê bi izna Xweda li ba hemşehrî û diakndarên  xwe yên Pasûrî û hi jî li ba tevahiyê xelkê xwe yê Diyarbekirî bin. Em ê mişkîle û problemên wan guhdar bikin û em ê bibin teqîbkarên vê yekê.(ÎLKHA)



































Bu haberler de ilginizi çekebilir