Serokkomar Erdogan li Amerîkayê ye
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ziyaretên fermî pêk bîne çû Washîngtona paytexta Amerîkayê.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdoganê ku li Pekîna paytexta Çînê ziyaretên xwe xelas kir ji bo ziyaretên fermî pêk bîne çû Washîngtona paytexta Amerîkayê.
Erdogan li Balafirgeha Andrewsa Washîngtonê ji teref rayedaran ve hat pêşîwazîkirin.
Di nav heyeta ku digel Erdogan çû Amerîka de Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî û Enerjiyê Berat Albayrak û Wezîrê Parastina Neteweyî Fîkrî Işik jî heye.(ÎLKHA)