• DOLAR 32.441
  • EURO 34.844
  • ALTIN 2400.728
  • ...
Qetlîama Baqewsê ya ku ji teref PKKê ve hat kirin nehat jibîrkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

PKK meha Gulana sala borî li gundê Baqewsa Diyarbekirê  ji ber ku qamyona bombebarkirî teqand 16 kesên ku gundê Herbecinê jiyana xwe ji dest dabûn. Ji bo 16 kesên ku di ji teref PKKê ve hatin qetilkirin li gundê Herbecinê bernameya bîranînê hat tertîpkirin.

Waliyê Diyarbekirê  Huseyîn Aksoy, Miftiyê Diyarbekirê Burhan Îşleyen, Serokê Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Cuma Atîlla, Midûrê Ewlehiya Diyarbekirê Aslan û gelek kesên din beşdarî bernamê bûn.

Di bernamê de Mewlûda Şerîf hat xwendin û dû re nimêja înê hat kirin. Piştî nimêja înê endamên protokolê û welatî  digel hev çûn ser qebrên kesên ku ji teref PKKê ve hatin qetilkirin û li ser rûhên wan fatîha xwendin û ji teref Muftî Îşleyen ve ji bo wan dia hat kirin.

Di 12ê Gulana 2016an de ji teref PKKê ve  li Baqewsa Sûra Diyarbekirê  qamyona bombebarkirî hat înfîlakkirin  û di bûyerê de 16 gundî jiyana xwe ji dest dan û 26 gundî jî birîndar bûn. Ji ber şîdeta teqînê di kûrahiya 20 metroyan de çal çêbûbû.(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir