"Şeva Beratê şeva rizgarî û paqijiyê ye"
Di Şeva Beratê ya ku xeberdarê meha Remezanê ye û dê îro bê îdrakkirinji bo rizgarî û paqijiyê dia bên kirin.
Şeva Beratê ya ku 14ê Meha Şabanê bi 15ê Şabanê ve girê dide ji teref Mislimanan ve piştî Şeva Leyletul Qedrê jê re ehemiyeteke mezin tê nîşandan û tê bawerkirin ev roj piştî Şeva Leyletul Qedrê roja herî girîng e.
Di vê şeva ku wek şeva rehmetê tê binavkirin de ji bo evd zêdetir nêzikî Xweda bibin divê dev ji karên dinyayê berdin û xwe bi temametî teslîmî Xweda bikin.
Ji ber minasebeta Şeva Beraatê Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez peyamek weşand. Di peyama ku hat weşandin de hat diyarkirin ew kêfxweşî û şafiya îdrakkirina qendîleke din a Beraatê dijîn.
Gormez di di peyama ku da weşandin de destnîşan kir Şeva Beraatê wek şeva rahmet, îcabet, xufran û teqdîrê tê binavkirin û dû re wiha pê de çû: “ Bê şiphe maneya herî kûr a beraatê efû û bexşandin e. Ez ji ber minasebeta Şeva Beraatê dixwazin di bîran bixim ku xwediyê beraatê tenê Rebbê me ye. Digel vê beraata hemû însanan di destên wan de ye. Lewra em mukafeta tiştên ku em ê li vê derê bikin li dinyaya din bibînin. Dema ku em qelbê xwe bi nûra îmanê ronî kir em ê bigihjin bextewariya rastî. Dema ku me umrê xwe bi taat û îbadetê borand em hizûra dil bi dest bixin. Dema ku me exlaqa xwe xweşik kir û nefsa xwe terbiye kir em ê bigihijin rizaya Rebbê xwe. Divê em ji bîr nekin ger gavekê ber bi Rebbê xwe ve biçin ew ê Rebbê me hezar gavî ber bi me ve were.”
Gormez di dawiya peyamê de diyar kir ger em wan tiştên ku ji bo xwe dixwazin ji bo kesên derdora xwe jî bixwazin ew ê Xweda temamê xweşikayiyan îhsanî me bike.(ÎLKHA)