"Ew êrîşên kuli Qûdusê tên kirin ne mimkûn e bên qebûlkirin"
Metîn Evsenê Midûrê Heremê yê Weqfên Diyarbekirêdiyar kir ew êrîşên ku li Qûdusa ku bajarekî girîng e tên kirin ne mimkûn e ku bên qebûlkirin.
Ji teref Midûrtiya Heremê yê Weqfan ve ji ber minasebeta ‘Hefteya Weqfan’ ve civîneke çapemeniyê hat lidarxistin.
Evsen di civîna çapemeniyê de diyar kir li tevahiya Tirkiyê Hefteya Weqfan bi temaya ‘Qûdus û Medeniyeta Weqfan’ tê pîrozkirin û li Diyarbekirê jî pîrozbahiya vê hefteya taybet dest pê kirine.
Evsen balan kişand li ser dewlemendiyên çandê yên herî dewlemend ên dinyayê yê Qûdusê û diyar kir ev bajêr him ji bo dinyaya Îslamê û him jî ji bo dîroka însanetiyê bajarekî girîng e.
Evsen di berdewama axavtina xwe de diyar kir Diyarbekir îjî wek Qûdusê xwediyê berhemên çandî û pîroz e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Diyarbekir birayê Qûdusê ye. Ev der bajarên me yên ku xwediyê mîrasên dinyayê ne. Mizgefta Mezin a Diyarbekirê ya ku 5emîn Harema Şerîf e li Diyarbekirê û Kubbet-us Sahraya ku 3emîn Harema Şerîf e û Mescîda Eqsa jî li Qûdusê ye.”
“Ne mimkûn e ku êrîşên li Qûdusê tên kirin bên qebûlkirin”
Evsen di dawiya axavtina xwe de diyar kir Qûdus bajarekî girîng e lê di van pêlên dawî de êrîşên gelek pîs li van berheman tê kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Wek alema Îslamê ne mimkûn e ku ew êrîşên li Qûdusê bên qebûlkirin. Ji bo dînên îlahî cihê Qûdusê girîng e. Mizgeft, dêr û hewrayên ku lê navê Xweda tê zikirkirin cihên pîroz tên qebûlkirin.”(ÎLKHA)