TIR gindirî şarampolê: 2 birîndar
Li Cizîra navçeya Şirnexê di encama gindirîna şarampolê ya TIRê de 2 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li mewqiya Koycegîza 15 kîlometra ji Cizîrê dûr e TIRa bi plaqeya 80 FD 720 a ku ajokarê wê Huseyîn Acu bû gindirî şarampolê. Di encama qezaya ku pêk hat de Huseyîn Acu û kesekî ku navê wê nehatiye hînbûn birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)