• DOLAR 32.539
  • EURO 34.965
  • ALTIN 2455.17
  • ...
 "Ava bîrê ya ku ava qenalîzasyonê tevlê wê bûye vedixwin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Kayapinara Diyarbekirê nişteciyên taxa Pîrînçlîkê ya ku ava wê ya vexwarinê tune ava bîrê ya ku ava qenalîzasyonê tevlê wê bûye vedixwin.

Nişteciyên taxê diyar kirin ku pirsgirêka avê ya gel heye û ew mecbûr in ava bîrê ya ku ava qenalîzasyonê tevlê wê bûye vexwin. Nişteciyan diyar kirin ji ber ku qenala qenalîzasyonê û şebekeya ava vexwarinê ya wan tune bi derfetên xwe bîr vekirine û ji ber vê yekê zarok nexweş ketine.

Her wiha wan destênîşan kirin ku ji ber ku serwîs tune zarokên wan bi piyên xwe diçin dibistana ku 2 kîlomêtre ji taxê dûr e.

Rabîa Durmaza ji nişteciyên taxê destnîşan kir ku wê çendîn caran daxwazname daye ciyên ku bi pirsgirêkên wiha re eleqeder dibin. Lê bersiva van daxwaznameyan nehatiye dayîn.

“Dema ku nexweşên me yên acîl çêdibin em nikarin wan bibin ser rê”

Durmaz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ava me tune. Ceyrana me tune. Binesaziya me tune. Serwîsên dibistanê tune. Sipe ketiye serê zarokê me û em hemî mexdûr in. Em niha di nav heriyê de ne. Em nikarin zarokên xwe bişînin dibistanê. Em hemî genî bûne û nexweş ketine. Dema ku nexweşên me yên acîl çêdibin em nikarin wan bibin ser rê. Dema ku ambulans tê di nav heriyê de dimîne. Em ava biherî vedixwin. Her roj zarokên me îshal dibin û vedireşin. Bi şikleke bi jehrê dikevin. Doh serum dan min.”

“Ava qenalîzaspyonê û ava vexwarinê tevlêhev bûne”

Medîne Ugurlu wiha axivî: “Em perîşan bûne. Zarokên me hene. Ceyran tune. Av tune û hemî makîneyên me şewitîne. Rê tune. Dema ku zarokên me diçin dibistanê zehmetî dikişîne. Ji ber ku rê biherî ye zarokên me naxwazin biçin dibistanê. Em dixwazin bila zarokên me bixwînin. Em şebekeya avê, ceyran û rê dixwazin. Em perîşan bûne. Ava qenalîzaspyonê û ava vexwarinê tevlêhev bûne. Zarokên me bi jehrê dikevin.”

“Ji ber ku zarokên me ava qirêj vexwarin enfeksiyonê girtin”

Ji nişteciyeke taxê ya din Besra Bîrsen jî destnîşan kir ji ber ku binesazî tune ew pirr zehmetî dikêşin. Celal Kuçuker jî diyar kir ku wan miracaetê gelek ciyan kirine.

Kuçuker wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li vir 4 pirsgirêkên me hene. Qenalîzasyon, av, ceyran û rê. Zarokên me nikarin biçin dibistanê. Dibistan 2 kîlometre ji me dûr e. Her wiha ez ji bo vê yekê 3 car çûm şaredariya mezin. Ez çûm qeymeqamtî, Midûrtiya Perwerdehiya Neteweyî û gihandinê. 3 sal e ez ji bo vê yekê micadele dikim. Her tim dibêjin ‘erê’ lê vê yekê çareser nakin. Li vir ava qenalîzasyonê û ava vexwarinê tevlêhev dibe. Ji ber ku qenalîzasyon tune ava bermayî û ava vexwarinê li kêleka hevdû ne. Dema ku her dû tevlêhev dibin zarokên me enfeksiyonê digirin.”

“Bila rêvebir werin 3 roj vê zehmetiyê bikêşin”

Hakki Ugurluî diyar kir ew hêvîdar in ku rêvebir ji van pirsgirêkan re çareserî bibînin. Dûvre Ugurlu wiha destnîşan kir: “Di taxa me de ne qenalîzasyon heye û ne jî şebekeya avê. Ava qenalîzasyonê û bîra avê li kêleka hevdû ne. Di nabeyna wan de 5 mêtre tune. Ava qenalîzasyonê û ava vexwarinê tevlêhev dibin. Bila vê yekê hel bikin. Ceyran tune. Dema ku zarok ji dibistanê tên nikarin ders bixebitin. Bila rêvebir werin 3 roj vê zehmetiyê bikêşin. Em hemî di heman rewşê de ne.” (ÎLKHA) 

















































Bu haberler de ilginizi çekebilir