Abdullah Gul: " Ez guh nadim wan kesên ku hewil didin min bikşînin navnîqaşan"
Abdullah Gul ji gotinênParlamenterê CHPê Denîz Baykal re bersiv da. Gul di derbarêgotinên Baykal de wiha got: "Ez guh nadim wan kesên ku hewil didin min bikşînin navnîqaşan."
Parlamenterê CHPê yê Entalyayê Denîz Baykal berî vê çend rojan di bernameya televîzyoneke taybet de di derheqê Serokkomarê 11emîn Abddullah Gul de diyar kiribû ‘Ger Abdullah Gul namzediya xwe deyne divê em guh bidinê.’ Ji ber vê gotina Baykal Abdullah Gul diyar kir ew ê nekeve siyaseta rojane û wiha got: “Ez guh nadim wan kesên ku hewil didin min bikşînin nav nîqaşan.”(ÎLKHA)