Wesayît gindirî şarampolê: 5 birîndar
Li Gercewsa navçeya Êlihê wesayît gindirî şarampolê, di encama qezaya ku pêk hat de 5 kes birîndar bûn.
Qeza li gundê Dêrefêya Gercewsê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin wesayîta bi plaqeya 31 KGZ 41 a ku ji Dêrefêyê ber bi Êlihê ve dihat ji ber ku ajokarê wê hakimiyeta dîreksiyonê winda kir gindirî şarampolê. Di encama qezaya ku pêk hat de 5 kes birîndar bûn.
Kesên birîndar rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)