Li Samsûnê înşaeta mizgeftê hilweşiya: 4 mirî û 2 birîndar
Li navçeya Atakuma Samsunê di înşeata mizgeftê de hilweşîn pêk hat. Di encama hilwesînê de 4 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.
![Li Samsûnê înşaeta mizgeftê hilweşiya: 4 mirî û 2 birîndar](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/kB3C71NidOj7hDp2QdAGWDQNgeQ=/660x400/dogruhaber.com.tr/image/foto/2017/04/30/li-sams-n-nsaeta-mizgeft-hilwesiya-4-mir-2-bir-ndar-1145.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li navçeya Atakuma Samsunê di înşeata Mizgefta Kevser de hilweşîn pêk hat. . Di encama hilwesînê de 4 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku bûyer di derdora saet 12.00an de pêk hatiye. Gor aghiyên hatine bidestxistin dema ku bêtona înşeatê dihat rijandin qaliba înşeatê hilweşiya û 6 kes di bin hilweşînê de man.
Gelek îtfaiye, tîmên AFAD û tendirûstiyê hat sewqkirin. Di encama xebatê de 3 kes wek mirî û 3 kes jî wek birîndar ji binê hilweşînê hatin derxistin.
Hat ragihandin di gel hemî midaxaleyan kesek din jî jiyana xwe ji dest da û hat diyarkirin ku tedawiya 2 kesên din didome. (ÎLKHA)
![](http://ku.ilkha.com/files/gallery/big/92fa02389412b37646f2.jpg)