• DOLAR 32.553
  • EURO 34.964
  • ALTIN 2441.85
  • ...
"Ji bo ku mesref nekin bi nanê xelkê dilîzin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nanfiroşên li Diyarbekirê yên ku gilîdar in ku piyase nayên teftîşkirin diyar kir ku di dema firotina nanê de pirsgirêkên wek reqabet, neheqî û bê qelîteyî pêk tên. Bi taybet ji ber vê yekê mexdûr dibin.

Nanfiroşên ku diyar kirin di marketan de teftîşên kafî nayên kirin û ji ber vê yekê pirsgirêkên wek reqabet, neheqî û bê qelîteyî pêk tên. Wan diyar kirin ku bedela rayîşê zêde dibe û qaîdeyên tendirustiyê tên îhlalkirin.

Edîp Balê ku li Diyarbekirê firina wî heye destnîşan kir ku tu kes gor rayîşa ku ji bo nanfiroşan hatiye diyarkirin hereket nake.

Bal wiha axivî: “Însan gepeke nan dixwe. Hilgirtina nanê di qiriqa însanê de çewtiyeke mezin e. Heke ku gor rayîcê hereket bikin hewce nake ku rayîşeke wiha bê girtin. Rayîş zêde tê dayîn. Divê ku lewha bacê û ruhset werin derxistin û werin teftîşkirin. Neteftîşkirin dibe sedema neheqiyê.”

Bal wiha pê de çû: “Market nanê ku qîmeta wê 75 qurîş e didin 50 qurîşan. Heta ku ev yek neyê sererastkirin çi hewce ye ku rayîşeke duyemîn were diyarkirin. Market bi firinan re reqabet dikin. Market çendîn cûr nan difroşin. Firin jî cûrek nan difroşe. Nanê ji firinê distîne û bi firinê re reqabet dike. Dikanên xwe wek qeçax vedikin û karkeran wek qeçax didin xebatê.”

Nanfiroş Ozan Guzel jî diyar kir ku faydeya rayîşê ji tu kesê re tune û ew heqê keda milê xwe nastînin.

“Bila firotina nanê ya di nav marketan de were teftîşkirin”

Guzel, idîa kir ku market ji êvarê ve nan stoq dikin. Dûvre Guzel wiha pê de çû: “Ji serê sibê 3-5 nan didin TLyek. Ji ber ku gel jî feqîr e ji ber mecburiyete distîne. Divê ku market nanê kartû û erzan nefroşin. Em ji rêvebiran dixwazin bila midaxaleya vê yekê bikin. Bila firotina nanê ya di nav marketan de were teftîşkirin.”

“Em dixwazin bila nanê sirûştî were pehtin”

Temur Yilmaz jî idîa kir ku nan ji bo însanan bi faîde bû. Lê êdî niha bijehr e. Dûvre Yilmaz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Nanê qemer nanê sirûştî ye. Em dixwazin bila li her derê Tirkiyê nanê sirûştî were pehtin. Em ji rêvebiran dixwazin bila di şûna nanê spî de nanê sirûştî were pehtin. Çima nanê spî bi me didin xwarin. Hûn çima bi vê nanê dilîzin? Nanê siprûştî ji bo tendirustuyê çêtir e. Nanê kartû bi zerer e. Ji bo ku nanê spî bikin tiraş dikin. Dema ku wiha dibe nan taybetiya xwe ji dest dide.”

“Ji bo ku mesref nekin bi nanê xelkê dilîzin”

Mehmet Karahanê ku diyar kir çendîn sal e ew karê nanfiroşiyê dike wiha diyar kir: “Ev 6 sal e di derbarê nanfiroşan de teftîşeke tune. Divê di şûna cezayan de çareserî werekirin. Divê ku haya firinan jî ji menfaetên gel jî hebe. Kepeka ku didin hespê di nav arê de navhevdû dixin û tendirustiya gel dixin xeterê. Nanpehtin huner e. Divê ku bi nanê nelîzin. Ji bo ku mesref nekin bi nanê xelkê dilîzin.” (ÎLKHA) 























Bu haberler de ilginizi çekebilir