• DOLAR 32.732
  • EURO 35.274
  • ALTIN 2447.67
  • ...
Li Wanê êrîşa çekdarî: 2 mirî birîndarek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ku li navçeya Bêgira Wanê bersûcê ku bi dabancê gule berda 2 kesan kuşt û kesekî jî birîndar kir.

Hat ragihandin ku bûyer îro di derdora saet 10.30yan de li sûka Bêgirê pêk hatiye. Gor agahiyên hatine bidestxistin bersûcê bi navê Î.Dyê bi dabanca xwe gule berda 3 kesên ku xizmên wî ne.

Di encama bûyerê de Nacî D. û kesekî yê ku navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest dan û kesekî jî bi şikleke giran birîndar bû.

Kesê ku birîndar bibû jî rakirin Nexweşxaneya Bêgirê ya Dewletê.

Her wiha hat ragihandin ku Î.D. dûvre ji ciyê bûyerê reviye çûye gundê Mûçê da ku xizmên xwe yên li wir jî bikûje. Hat diyarkirin ku leşker ji bo ewlehiyê çûne gund. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir