• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Li Bedlîsê micadeleya bi berfê re di meha nîsanê de jî didome
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xebata vekirina rêya Gola Kraterê ya Nemrûdê ya li navçeya Tetwana Bedlîsê bê navber didome. Dîmenên ku hatin kişandin Cemsera Bakûrê anî bibîranîn.

Gola Kraterê ya Nemrûda ku wek cineta turîzmî tê zanîn û her wiha li dinyayê 2 yemîn û li Tirkiyê jî yekemîn gola kûrtirîn tê zanîn ji ber şert û mercên zivistanê ev ev nêzî 6 mehan e girtî ye.

Bi helana berfê re ji bo turîstên ku dê werin herêmê ji teref tîmên Îdareya Taybet a Bajêr ve dest bi xebatên berfê hat kirin. Xebatên ku li Nemrûda bilindahiya wê 3 hezar metre ye hatiye destpêkirin dîmenên ku hatine kişandin Cemsera Bakûrê tîne hişê mirov.

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bedlîsê Adem Gundogdu, çû li ciyê xebatê û li wir xebatên ku tên kirin şopand. Gundogdu, ragihand û dê ew ji 29ê Nîsanê pê ve li Bedlîsê dawî li xebatên xwe yên berfê bînin. Dûvre Gundogdu wiha pê de çû: “Ji îro pê ve me di nav sînorên Bedlîsê de li 350 gund, 293 mezre û bi tevahî li 643 dêmanan micadeleya di bergeha xebatên berfê de pêk anîne.”

 “Me ji bo mıcadeleya bi berfê re 5 milyon TL pere xerc kir”

Gundogdu anî bibîranîn ku wan wek sazî di warê xebatên micadeleya bi berfê re de 5 milyon TL xerc kirine. Dûvre Gundogdu wiha li axavtina xwe zêde kir:

“Li bajarê me her sal nêzî 10 metreyan berf dibare. Wekê ku hûn dibînin di 29ê Nîsanê de li ser rêya Nemrûdê sitûriya berfê ji 5 mêtreyan zêdetir e. Ev him ji ber barîna berfê û him jî ji ber bager wiha bûye. Dema em vê micadelê dikin ez pdixwazim bal bikêşim ser mijareke. Gor bajarên din li Bedlîsê zêdetir berf dibare. Sedema vê yekê jî cîhê bajêr a cografîk e. Ji ber vê yekê tehsîsateke ji bo vê yekê nayê kirin. Pereyê ku tê şandin ji bo mewdûatê ye. Lê perê ku ji bo mewdûatê tê şandin em ji bo micadeleya bi berfê re xerc dikin. Em dixwazin ku ji bo vê yekê tehsîsateke din were temînkirin.” (ÎLKHA) 































Bu haberler de ilginizi çekebilir