• DOLAR 32.443
  • EURO 34.742
  • ALTIN 2441.89
  • ...
 "Li dinyayeke ku kafir lê hakim bin qala edaletê nayê kirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ehlê navçê eleqeyeke mezin nîşanî bernamê da. Di bernameya ku bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir de Perwerdekar-Nivîskar Evdilqadir Aydogan axavtinek kir. Aydogan di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir însanetî îro ji edaleta  Hz. Muhammed  re muxtac e.

Aydogan di berdewama axavtina xwe de diyar kir Xweda beriya temamê qenciyan edaletê emir dike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ger edalet tunebe dê edalet jî tune be û xwedîtî li naskiriyan jî nayê kirin. Xweda neqenciyê qedexe dike. Her wiha Xweda xerakirina hizûra civakê jî qedexe dike.”

Aydogdan diyar kir di dinyayeke ku lê kafir hakim bin qala edaletê nayê kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ DYAyî hingî ew qas zêde xwarinê dixwin qelew dibin û ji bo zeîf jî bibin bi trilyonan pereyan didin. Li Yemenê jî her roj bi dehan zarok ji birçîna dimrin. Ey dinya! Ka edaleta te? Ey YN û Unîcef! Ka edalata we? Ka hûn ê zarokan biparastibana, ka ew êç tu kes ji birçîna nemiribana? Ev dinya yê kafiran e. Li dinyayeke ku lê kafir hakim bin qala edaletê nayê kirin. Lê ew dinyaya ku lê Îslam û ummeta Hz. Muhammed hakim bû her tim hizûr hebû.Însanên rahmanî û artêş şadiya dinya û axretê dida.”(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir