Li sînora Akçakaleyê pevçûn: Eskerek birîndar bû
Hat ragihandin di êrîşa ku ji teref PYDê ve ji hêla Tel Abyadê ve hat kirin de eskerek birîndar bû û li heremê hêj pevçûn berdewam e.
Ji teref PYDê ve êrîşa bi hawan li Qereqola Tekçeyê ya li navçeya Akçakaleya Rihayê hat kirin. Di êrîşê de eskerek birîndar bû.
Hat hînbûn piştî êrîşa ku hat kirin ji teref TSKyê ve bi obusan bersiv ji êrîşê re hatiye dayîn.(ÎLKHA)