• DOLAR 32.462
  • EURO 34.781
  • ALTIN 2440.948
  • ...
Kelecana TEOGê ya xwendevanan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îmtîhanên heyama baharê TEOG, ji îro pê ve dest pê kir. Dê 174 hezar 427 xwendekar beşdarê îmtîhana ku ji bo xwendevanên pola 8 emîn tê lidarxistin bibin.

Xwendekarên ku di saet 09.00an de beşdarê îmtîhana Tirkî bûn piştî 40 deqîqan tenefus kirin. Piştî tenefusa ku wek 30 deqîqe dê pêk were dûbare xwendekar dê beşdarê îmtîhana Matematîk û Çanda Dînê û Zanistên Exlaqî bibin.

Xwendevanên ku li Diyarbekirê beşdarê TEOGê bûn di sinifan de xwêdan rijandin û malbatên wan ên bi kelecan jî derve wek bendewar ji wan re dia kirin.

Ji xwendekaran Esra Şîla wiha axivî: “Ez ji ezmûnê re xebitîm. Min dûbare kir û pirsan bersivand. Ez bes çûm qursa dibistanê. Hedefa min ew e ku 450 puan bistînim. Ez dixwazim di Lîseya Fenê de bixwînim da ku bibim teknîsyenê tibê ya acîlê.”

Zeynep Nur Satilmiş, diyar kir ku hedefa wê qezenckirina Lîseya Anadolê ye. Dûvre Nur Satilmiş wiha axivî: “Ji xeynî Matematîk û Îngîlîzî ez ji îmtîhanê re xebitîm. Ji ber ku ez Matematîkê fêm nakim min li Îngîlîzî jî mêze nekir. Zêdetir ez ji dersên din re xebitîm.”

Serhat Toprakê ku diyar kir ew ji îmtîhana Çanda Dînê û Zanistên Exlaqî baş xebitiye dixwaze ku bibe mela.

Musa Dadak û Bunyamîn Bîte jî diyar kirin ku ew ji TEOGê re baş xebitîne û gelek pirsan bersivandine. Dadak û Bîte diyar kirin ku hedefa wan encameke baş e.

Weliyê xwendekerekî Bahrî Çelîk jî wiha diyar kir: “Dê lawê min bikeve îmtîhanê. Min wî şand dersxanê. Çi ji destê min hat min kir. Hedefa wî 450 puan e. Înşaellah dê bibe.” (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir